1. Firat Cewerî yek ji mînakên herî baş e. Nivîskarê me yê gewre di romana xwe ya "ez ê yekî bikujim" de lehengekî ku di pazdeh sal di hepsê de razayî û her tim çêrî gelê xwe dide derdixe pêşiya me. di beşek din de nivîskarekî kurd ê ku li ewrûpayê dijî derdixe pêşiya me. bûyera herî sansasyonel ew e ku jineke kurd li ewrûpayê beşdarê gerîllayan dibe û dawiyê de dibe qehpik. |
|
27.01.2016 00:37 |
roza
|
2. serkêşê wan mehmed uzun bu. ewî jî hinekî sterîl meseleyê dihonanda. wextê pirtûka derdiket du meh beriya ya kurdî wergera wê diha firotin. ji xwe wergêrê wan pirtûkan jî ji paxila akpê dernakeve; (bnr: muhsin kızılkaya) |
|
27.01.2016 00:47 |
azadixwaz
|
3. Helbet rewşeke xirab e lê ji ber firotina pirtûkan rewşeke normal e jî. Heta min pir kurd dîtine ku Mehmed uzun bi tirkî xwendine û bawer nakim ku pirtûkên kurdî ji aliyê tirkan ve bên xwendin. Lewma nivîskarên Kurd jî xwe nêzîkî tirkan dikin. Eger wergera almanî ya wan pirtûkan zêde bihatana firotin wê demê nivîskarên me jî xwe nêzîktir li almanan dikir. Eger ew pirtûk tenê bi kurdî pirr bihatana firotin wê wextê jî hewcedariya nivîskarên me bi xelkên din nedima. Kêfa min jî ji firat Cewerîyê nayê lê divê rexne ne tenê li ser wî be. |
|
03.08.2017 14:18 ~14:18 |
sloujouc
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |